Madûro ji hilbijartinên giştî re amade ye

Serokdewletê Wenezuelayê Nîcolas Madûro ragihand ku ew hazir in hilbijartinên giştî organîze bkin û bi muxalefetê re rûnin lê hilbijartineke nû ya ji bo seroktiyê red kir.

Madûro ji ajansa nûçeyan a Rûs RIA'yê re axivî û got, ''Em hilbijartinên giştî zûtir çêbikin wê baş bibe. Ev rengekî pir baş ê nîqaşa siyasî ye, bi dengdana gel dibe çareseriyeke baş.''

Madûra got hilbijartina seroktiyê beriya bi 10 mehan pêk hatiye û got, ''Em li cîhanê ultîmatona kesî qebûl nakin, şantajê qebûl nakin. Li Wenezuelayê hilbijartinên seroktiyê hatin kirin û heke emperyalîst li bena hilbijartinê ne bila heta 2025'an bisekinin.''

Madûro her wiha got, ''Ji bo qenciya Wenezuelayê, ji bo aştî û siberoja wê ew hazir in ku bi muxalefetê re li ser maseyê rûnin.''