Madûro ji bo serokatiyê ji nû ve bû namzet

Nîcolas Madûro ku salên dawî ji ber krîza aboriyê bû hedefa protestoyên giran, prosedura hilbijartinê da destpêkirin. Çav li rê ye ku namzetê sosyalîst careke din bi ser bikeve.

Nîcolas Madûro ku sala 2013'an piştî Hûgo Chavez ji bo wezîfeya serokdewletiya Venezûelayê hate hilbijartin, ji bo hilbijartina ku 22'ê Nîsanê bê kirin careke din bû namzet.

Madûro bi vê armancê serî li Konseya Hilbijartinê ya Neteweyî da û got, ku ew dixwaze projeyên aboriyê yên heta sala 2025'an ên ji bo welatê xwe bi cih bîne.

Hilbijartin normal wê dawiya salê bihata kirin, lê belê Madûro biryara hilbijartina pêşwext da.

Ji sala 2014'an dema kêmbûna buhayê petrolê û vir ve li Venezûelayê krîza aboriyê rû da. Mûxalefeta rastgir jî Madûro weke berpirsyarê vê krîzê sûcdar dike.

Li hemberî protestoyên ku par bi mehan dewam kir, Madûro bi ragihandina Meclîsa Damezrîner gaveke cuda avêt û erkên girîng ên parlamentê radestî vê meclîsê kir.

Li gorî çavdêrên rojavayî û saziyên anketan, popularîteya Madûro ya li nava gel kêm bûye. Lê belê beşeke girîng a gel li hemberî xwepêşandanên mûxalefeta rastgir destekê dide Madûro. Lewma tê payin ku Madûro di hilbijartina 22'ê Nîsanê de bi ser bikeve.

Maseya Yekîtiya Demokratîk (MUD) ku ji mûxalefeta rastgir pêk tê, herî dawî dabû xuyakirin ku namzetê wan wê tevlî hilbijartinê nebe.