Madûro: CIA amadekariya komployê dike
Serokkomarê Venezûelayê Nîcolas Madûro got, hikumetên Amerîka, Meksîka û Kolombiyayê ketine nav komployeke ku CIA’yê amade kiriye.
Serokkomarê Venezûelayê Nîcolas Madûro got, hikumetên Amerîka, Meksîka û Kolombiyayê ketine nav komployeke ku CIA’yê amade kiriye.
Madûro di axaftineke merasîma leşkerî de got, “Ez dixwazim Serok Trûmp gotinên gerînendeyê CIA’yê yên bêhurmet û mudaxelekar rave bike.”
Madûro got ku, şefê CIA’yê Pompeo ji bo hikumeta Venezûelayê hilweşîne bi hikumetên Meksîka û Kolombiyayê tevkariyê dike.
Wezîrê Karê Derve yê Venezûelayê Samûel Moncada diyar kir ku rayedarê CIA’yê gotiye, “Ez du hefte berê li Bogota û Meksîkoyê bûm. Bi awayekî zelal min qala guherîneke siyasî ya li Venezûelayê kir.”
Li ser vê gotinê Serokkomarê Venezûelayê Madûrê xwest ku bila hikumeta Meksîka û Kolombiyayê vê gotinê rave bikin. Di heman demê de Madûro bang li van hikumetan kir kıu bila li hemberî vê bêhurmetiya CIA’yê pêkanînên siyasî û dîplomatîk bike.
Wezareta Karê Derve ya Venezûelayê di roja Duşemê de daxuyand, ew tu carî tevlî karê navxweyî yê Venezûelayê nebûne.
Ji zû ve ye li Venezûelayê krîza siyasî û ekonomîk heye. Di dawiya vê hefteyê de wê Meclîsa Damezirîner were diyarkirin a ku Madûro dixwaze.
Muxalefeta rastgir a ku Washington piştgiriya wê dike, hewldanên xwe yên ji bo betalkirina hilbijartinên 30’ê Tîrmehê zêdetir kir.
Mûxalefet ji meha Nîsanê û vir ve li hemberî hikumeta Madûro çalakiyan li dar dixe. Di çalakiyan de heta niha 103 kes mirine, bi hezaran kes birîndar bûne û bi sedan kes jî hatine binçavkirin.