Macron û Sîsî hişyariya ‘Lîbyayê’ da Tirkiyeyê

Serokkomarê Fransa Emmanûel Macron û hempîşeyê wî yê Misrê Abdulfetah El Sîsî têkildarî biryara leşker şandina Tirkiyê ya ji bo Lîbyayê bi telefonê axivîn.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê Serokkomariya Fransayê ve hatî kirin Macron û Sîsî balkişandin li ser “Rîska zêdebûna aloziya leşkeî” ya li Lîbyayê û banga “Nernmbûna hemû aktorên navnetewî û Lîbyayî” kirin.

Li gorî Qesra Elysee yê her du rêveberan wiha destnişan kirine; “Di çarçoveya Netewên Yekbûyî de (...) bi armanca rêz nîşandana ji bo desthilatdarî û pêkanîna yekîtiya Lîbya divê çareseriyek siyasî were dîtin.”

Macron û El Sîsî balkişandin li ser rewşa li Rojhilatê Derya Spî û wiha gotin; “Peymana di navbera Tirkiye û Lîbya ya li ser deryayê li dijî hiqûqa deryayî ye.”