Macron, Merkel û Johnson ji bo kêmkirina rageşiyê bang kirin
Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron, Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel û Serokwezîrê Îngîltereyê Borîs Johnson bang kirin ku bila rageşiya di navbera DYE û Îranê de were kêmkirin.
Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron, Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel û Serokwezîrê Îngîltereyê Borîs Johnson bang kirin ku bila rageşiya di navbera DYE û Îranê de were kêmkirin.
Rêveberên sê welatan daxuyaniyeke hevpar dan û bangî alîyan kirin ku bila rageşiyê kêm bikin û berpirsyariya xwe bi cih bînin.
Macron, Merkel û Johnson nerazîbûn nîşanî biryara Îranê ya rakirina sînorên dewlemendkirina ûranyûmê dan.
Rêveberê her sê welartan gotin ku ‘Em bang li Îranê dikin ku bila dûrî şîddet û zêdekirina ûranyûmê be.”
Rêveberan diyar kirin ku divê têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê were domandin, koalîsyon were parastin û ev rageşî bandorê li têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê neke.