MÎT'ê hewl daye bikeve nava îstîxbarata Elman!
Derket holê, hin ji kesên ji bo kar bikin serî li Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn dane, ku saziya îstîxbarata navxweyî ya Elmanyayê ye, pêwendiya wan bi MÎT'ê re heye.
Derket holê, hin ji kesên ji bo kar bikin serî li Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn dane, ku saziya îstîxbarata navxweyî ya Elmanyayê ye, pêwendiya wan bi MÎT'ê re heye.
Li ser karê MÎT'ê yê li Elmanyayê, ku ev demeke di navbera Berlîn-Enqereyê de bûye sedema krîzê, agahiyên nû derdiketin holê. Li gorî rojnameya Dîe Welt, MÎT'ê vê carê jî hewl daye bikeve nava îstîxbarata Elman û di nav de bi cih bibe.
Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn daxuyaniyek da rojnameyê û ragihand, ku MÎT'ê hewl daye tiştekî bi vî rengî bike, lê bi ser neketiye. Saziya îstîxbaratê, ku navenda wê li Kolnê ye, li ser mijarê agahiyeke berfireh neda.
DERKET HOLÊ, KU YÊN JI BO KAR BIKIN SERÎ LÊ DAN, JI MÎT'Ê NE
MÎT'ê hewl da plana xwe ya ketina nava îstîxbarata Elman, bi rêya kesên dixwazin bixebitin serî li Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn dan, bidomîne. Saziya îstîxbaratê di dema dawî de xwest personelên nû bigire û balkêş bû ku gelek kesên serlêdan kirin, bi Tirkî zanîbûn.
Rayedarekî îstîxbarata Elman ji rojnameyê re axivî û anî ziman, ku ew li ser pêwendiya van kesan bi MÎT'ê re sekinîne û serlêdan red kirine.
Berdevkê Karên Hundir ê CSU Stephan Mayer xwest, hewldaneke bi vî rengî ya îstîxbarateke endamekî NATO'yê divê bi rengekî tund were şermezarkirin. Pisporê îstîxbaratê Erîch Schmîdt-Eenboom jî, hewldana MÎT'ê ya ji bo ketina nava îstîxbarata Elman weke 'hewldaneke nû ya bi kalîte' bi nav kir.
MÎT'ê beriya niha gelek caran bi rêya tercûmanên Tirk hewl dabû bikeve nava polîs û îstîxbarata Elman. Gelek tercûman hatibûn kifşkirin û dawî li karê wan hatibû anîn.