Lûla li dijî ‘darezandina siyasî’ ji nû ve dibe namzetê serokatiyê

Serok dewletê berê yê sostyalîstanên Brezîlyayê Lûla da Sîlva, tevî cezayê girtîgehê yên di derbarê wî de jî ragihand ku ji bo hilbijartina 2018’an wê dîsa bibe namzet.

Lûla yê ku bi îdîaya ‘Nelirêtî’ û ‘Dizîna pere’ 9 sal û nîv cezayê girtîgehê lê hatiye birîn û di navbara salên 2003-2010’an serok dewletî kiriye, îlankiribû ku wê biryarê bibe temyiziyê.

Lûla binî xet kir ku biryara di derbarê wî de biyarekî ‘siyasî’ye, destnîşan kir ku wê li dijî ‘kesên dixwazin demokrasiyê tine bike” wê têkoşînê bike.

Lûla da Sîlva diyar kir ku wê ji bo hilbijartina serokatiyê ya sala li pêşiya me namzetiya xwe îlan kir, bang li Partiya Karkeran (PT) a ku endamê wê bû kir ku namzetiya wî qebûl bikin.

Piştî Lûla yê ku di navbera salên 2003-2010’an de erka serok dewletiyê birêve dibir û şûnde, Dîlma Roûsseff ê hate hilbijartin bi piştgiriya cigirê wî Mîchel Temer bi îdîaya ji budceya civakî nelirêtî kiriye ji erkê hatibû girtin.

Lûla da Sîlva, têkildarî hilbijartina serok dewletiyê ya sala li pêşiya me bê lidarxistin, weke favoriyê anketan tê dîin.