Lula da Silva hate girtin

Serokdewletê berê yê Brezîlyayê Luiz Inacio Lula da Silva, ku cezayê wî yê 12 sal û mehek ê ji ber sûcdariya gendeliyê misoger bû, hate girtin.

Piştî ku Dadgeha Bilind a Federal a Brezîlyayê roja Çarşemê cezayê li Lula hate birîn erê kir, Dadgerê Dadgeha Federal Sergio Moro biryar dabû ku Lula heta roja Înê saet 17:00 bi xwe teslîmî polîsan bibe.

Lula biryara roja Înê bi cih neanî û şev li avahiya Sendîkaya Karkerên Metalê ya li Sao Paulo ma.

Lula sibeha Şemiyê tevlî merasîma bîranînê bû ku ji bo hevsera wê Marisa Leticia ya par jiyana xwe ji dest da li ber avahiya sendîkayê hate lidarxistin.

Serokdewleta berê ya Brezîlyayê Dilma Rousseff ku sala 2016'an bi biryara meclîsê ji wezîfeyê hate girtin, hin parlamenter, senator, şaredar, stranbêj, sînemavan û gelek navdarên Brezîlyayî ji bo destekê bidin Lula tevlî merasîmê bûn.

Di dema merasîmê de Dadgerê Dadgeha Bilind a Federal Edson Fachin, serlêdana parêzerên Lula ya ji bo neketina girtîgehê red kir.

Lula ji girseya gel a li ber avahiya sendîkayê re axivî û sûcdariyên ku lê têne kirin red kir û ji dadger Moro xwest ku delîlên li dijî wî nîşan bide.

Lula ji ber avahiya sendîkayê xwest bi wesayitê teslîmî polîsan bibe. Lê endamên partiya karker nehiştin. Rayedarên polîsan jî diyar kirin ku wê bi ti awayî nekevin nava avahiyê û Lula li wir negirin.

Li gorî dema herêmê saet 18:45'an Lula ji avahiya sendîkayê derket û teslîmî rayedarên polîsên federal bû ku li benda wî bûn.

Piştî kontrola tenduristiyê Lula bi balafira polîsên federal a li Balafirgeha Congohas a li Sao Paulo birin girtîgeha li Curitibayê.