Lihevkirinên leşkerî yên di navbera Îran û Rûsyayê de wê zêde bibın

Daxuyaniyên tûj ên dijberiya li hember Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) dewam dike, Îranê ragihand ku wê lihevkirinên leşkerî yên bi Rûsyayê re zêde bikin.

Li gorî ajansa nûçeyan a ISNA’yê, tê plankirin ku di navbera Rûsya û Îranê de bi taybet lihevkirinên leşkerî yên li Sûriyeyê berfireh bikin, destpêkirina bernameyek a fuzeyan a Îranê di rojevê de ye.

Di hevdîtina telefonê ya navbera Wezîrê Parastinê yê Îranê Amîr Hatemî û mevkîdaşê xwe yê Rûs Sergey Şoygû de hatî kirî, hat ragihandin ku wê lihevkirinên wan ên li herêmê zêdetir bibin.

Di nûçeyê de hate diyarkirin ku wê lihevkirinên leşkerî li Sûriyeyê zêdetir bike, îdîa kir ku wê ev lihevkirin ‘gîrîng’ be.

Li gorî nûçeya ISNA’yê, Îran weke nerazîbûna li dijî DYA’yê plana amadekariyên amadkirina sîstema fuzeyan ên xwe dike. Ragihandibû di meha Îlonê de Îranê ceribandina fuzeyan a mesafeya navend pêk anîbû. Hatibû îdîakirin ku mesafeya van fuzeyan 2 hezar km ye û gelek serik li ser tê barkirin.

Serokê DYA’yê Donald Trûmp, diyar kiribû ku Îran bi bernameya nukleer hilberandina atomê dike hedef û diyarkiribû ku peymana sala 2015’an îmze kirî li pêşiya vê nabe asteng. Trûmp li hemberî vê destnîşan kiribû ku wê li dijî Muhafizên Şoreşê ku weke ‘rêxistinekî terorîst’ dabû nîşandan jî wê pêkanînan bide kirin. Peymana nukleerî ya sala 2015’an ku li gel Îranê, DYA, Rûsya, Fransa, Elmanya, Çîn û Brîtanya jî îmze kirî, tê payîn ku li pêşberî çavdêriyên kontorlkirina navneteweyî ya tesîsên nukleerî, wê pêkanînên li dijî Îranê bi awayê beşî bê rakirin.