Lîderên Koreya Bakur û Başûr sibe li hev dicivin

Lîderên Koreya Bakur û Başûr roja Pêncşemê li herêma ser sînor a ku leşker lê nîne wê li hev rûnên.

Midûrê Sekreterya Serokkomariya Koreya Başûr Im Jong-seok diyar kir ku Serokkomarê Koreya Bakur Moon Jae-in û lîderê Koreya Bakur Kim Jon-un sibe wê li herêma sînor a ji leşkeran hatiye paqijkirin li hev rûnên.

Hate ragihandin ku Moon Jae-in wê li xeta beton a her du welatan ji hev cihê dike, lîderê Koreya Bakur pêşwazî bike.

Im Jong-seok ragihand, keça lîderê Koreya Bakur jî wê di heyetê de cih bigire.

Ev civîna bilind wê bibe civîna sêyemîn ku ji sala 2000'î û vir ve tê kirin. Di navbera herdu Koreyan de di salên 2000'î û 2007'an de civîn hatibûn kirin. Mehên dawî di navbera her du welatan de hevdîtinên dîplomatîk tên kirin. Piştî hevdîtinê, tê payin ku lîderê Koreya Bakur Kim Jong-un û Serokê DYA Donald Trump hevdîtineke dîrokî bikin.

Mijara sereke ya hevdîtinê jî çekên nukleerî yên Koreya Bakur e.