Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Lîdera nû ya Sînn Feînê O'Neîll e

Piştî ku Martîn McGûîness ji ber krîza siyasî û pirsgirêkên tenduristiyê îstifa kir, Mîchelle O'Neîll bû lîdera Sînn Feînê.

Wezîra Tenduristiyê Mîchelle O'Neîl bû lîdera partiya komarger a Îrlanda Bakur Sînn Feînê.

O'Neîl a 40 salî, jina yekemîn e ku dibe lîdera Sînn Feînê.

Fermandarê berê yê IRA û lîderê berê yê partiyê Martîn McGûînness, ji ber pirsgirêkên tenduristiyê û krîza siyasî, hefteya bihurî ji wezîfeya xwe îstifa kiribû.

O'Neîll a bû lîdera partiyê, ji Serokatiya Şaredariyê yeta Wezareta Tenduristiyê bi gelek wezîfeyên girîng rabû. Di nava malbata wê de gelek navên girîng ên tevgera komarger a Îrlanda Bakur hene. Bavê O'Neîll Brendan 'Basît' Dorîs, wextekê ji ber endametiya IRA girtî ma. Piştre di nava Sînn Feînê de dest bi siyasetê kir.

Li Îrlanda Bakur wê di 2'ê Adarê de hilbijartina pêşwext pêk were.