Lîbyayê SÎHA'yên Tirkiyeyê anîn xwarê

Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê ragihand ku wan li gelek nuqteyên Hikumeta Mûtabaqata Neteweyî xistine û 2 balafirên bêmirov ên biçek (SÎHA) ên dewleta Tirk anîne xwarê.

Ofîsa Enformasyonê ya Fermandariya Giştî ya Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê (ANL) ragihand, wan gelek depoyên çekan ên hêzên Hikumeta Mûtabaqata Neteweyî (HMN) îmha kirine. ANL'ê ragihand ku wan li herêma Kedahiye ya li başûrê bajarê Bokerînê êrişa hewayî birine ser hin nuqteyan. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku bi navê "Tiyor El Ebabîl" êrişên hewayî yên li dijî Hikumeta Mûtabaqata Neteweyî ya Lîbyayê dewam dike.

ÇEKÊN DEWLETA TIRK JÎ HATIN ÎMHAKIRIN

Her wiha ragihand ku di êrişan de çekên giran ên dewleta Tirk ji hêzên HMN re şandibûn hatine îmhakirin.

Artêşa Neteweyî diyar kir ku 2 SÎHA yên dewleta Tirk li nêzî baregeha hewayî ya El Vatiye hatine xistin. Berdevkê Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê Ahmed El Mismarî di civîna çapemeniyê de diyar kir ku wê ji Erdogan û çeteyên wî yên dixwazin Lîbyayê parçe bikin surprîzên mezin hebin.