Lîbyayê mudaxeleya leşkerî ya Misirê pesend kir

Parlementoya li rojhilatê Lîbyayê û ya ku Xelîfe Hafter piştgiriyê didiyê, li hemberî gefa Tirkan mudaxeleya leşkerî ya artêşa Misirê pesend kir.

Parlementoya ku di sala 2014’an de bi hilbijartinê pêk hatibû, diyar kir ku heke hêzên çekdar ên Misirê bibîne ku li dijî ewlekariya Lîbya û Misirê gef heye, wan pêşiya mudaxeleya Misirê vekirine.

Serokkomarê Misirê Abdulfettah El Sîsî nerazîbûn nîşanî Tirkiyeyê dabû ku yekser tevlî şerê Lîbyayê dibe û hişyarî kiribû “Ew ê yekser mudaxeleyeke leşkerî bikin.”

DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK GEFEKE YEKSER E

Dewleta Tirk li Lîbyayê piştgiriyê dide desthilatdariya navendî ya Trablûsê ya ku Biraderên Misilman serwer in. Tirkiye ambargoya çekan a Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî jî bin pê dike.

Parlementoya li rojhilatê Lîbyayê serwer e got ku, “Ji bo têkbirina Tirkiyeya dagirker û parastina ewlekariya neteweyî ya hevpar, em ji bo hewldanên hevpar ên di navbera welatên cîran Lîbya û Misirê de bang dikin.”

Di daxuyaniya nivîskî de hate gotin, “Gefên ji ber dagirkeriya dewleta Tirk welatê me di serî de, li ser Misir û welatên cîran jî gefê dixwe.”