Li Zîmbabweyê kolera

Li Harareyê ya ku paytexta Zîmbabweyê ye, ji ber nexweşiya kolerayê rewşa awarte hate îlankirin û dora bajêr hate girtin.

Li Harareyê ya ku paytexta Zîmbabweyê ye, ji ber nexweşiya kolerayê 20 kesan jiyana xwe ji dest dan. Tê diyarkirin ava selebê tevlî nav ava vexwarinê bûye û nêzî 2000 hezar ev av vexwarine.

Wezîrê Tendirustiyê ya Zîmbabweyê Obadîah Moyo li nexweşxaneyê çû serdana nexweşan û got ku, “Me li Harareyê rewşa awarte dan îlankirin. Em naxwazin ku kesên din jî ji kolera û tîfoyê jiyana xwe ji dest bidin.”

Li bajarên Bûdîrîro û Glenwîewê jî firotina goşt û masiyan hate qedexekirin û hin dibistan jî hate girtin.

Herî dawîn di sala 2008’an li Zîmbabweyê kolera pêk hatibû û 4 hezar kesan jiyana xwe ji dest dabûn.