Li Yewnanîstanê ji ber êrîşekê 5 kes birîndar bûn

Li bajarê Pîre yê Yewnanîstanê, li dijî komeleyeke antî faşîst êrîşek hate kirin. Ji ber êrîşê 5 kes birîndar bûn.

Polîsên Yewnanîstanê ragihandin ku li bendergeha Pîreyê li dijî komeleyeke antî faşîstan êrîşek hatiye kiriye. Li gorî daxuyaniya polîsan, 5 kes ji ber êrîşê birîndar bûne û du ji wan rakirine nexweşxaneyê.

Navenda Civakî ya Azad a Favela ku bû hedefa êrîşê, bi rêya malpera xwe ya Facebookê daxuyaniyek weşand û ragihand, êrîş ji aiyê heyşt kesan ve hatiye kirin. Li gorî daxuyaniyê, êrîşkarên ku çoyê hesin û fîşekên hewayî di destê wan de bûn, ji koma rastgiriya tund Berbanga Zêrîn e.

Polîsan diyar kirin, yek ji birîndaran xizma hunermendê rapê Pavlos Fyssas ê antî faşîst e ku Fyssas Îlona 2013'an ji aliyê endamên Berbanga Zêrîn ve hatibû kuştin.

Tebaxa bihurî jî êrîş li navenda Favela hatibû kirin. Li gorî medya herêmî, çar kes piştî êrîşê hatine binçavkirin. Li malên van kesan lêkolîn hate kirin û faşîzên neo-nazî û çekên perwerdeyê hatin dîtin.

Berbanga Zêrîn weke rêxistinbûneke neo-nazî mîna hêza çaremîn e cihê xwe li Parlamenta Yewnanîstanê digire. 70 hilbijartî û berpirsyarên vê rêxistinbûnê ji ber sûcdariyên cuda tên darizandin.