Li Yewnanîstanê 4 koçber winda bûn, 3 jê zarok in

Li Çemê Merîçê ku sînorê navbera Yewnanîstan û Tirkiyeyê ye, botek plastîk noqî binê avê bû. 4 koçber winda bûn ku 3 ji wan zarok in.

Bûyer roja Şemiyê qewimî. Polîsên Yewnan ragihandin, ji ber noqbûna bota plastîk 4 koçber winda bûne ku 3 ji wan zarok in.

Li ser botê bi giştî 18 kes hebûn û 8 kes bi avjeniyê xwe gihandin peravê. Piştî ku koçberên xwe rizgar kirin agahî dan rayedaran, bûyer hate bihîstin.

Keştiyên Yekîtiya Ewropayê û Yewnan, ji sala 2016'an û vir ve li derya Egeyê li dewriyê digerin. Pêla koçberiyê herî zêde li Çemê Merîçê rû dide.

Li gorî Wezîrê Koçberiyê yê Yewnanîstanê Dmîtrîs Vîtsas, hejmara kesên di ser Çemê Merîçê re sala 2016'an koç kirin 3 hezar bû, sala 2017'an bû 5 hezar û 500 û sala 2018'an jî gihîşt 12 hezar kesî.

Serokwezîrê Yewnanîstanê Alexîs Tsîpras wê hefteya bê serdana Tirkiykeyê bike. Di nava mijarên ku bi rayedarên Tirk re biaxive pirsgirêka koçberan jî heye.