Li Yemenê tirsa ji pêla 3’yan a kolerayê

Li Yemenê ku yek ji krîza giran a cîhanê lê heye, bi hatina serdema baranê re hişyarî hate dayin ku pêla kolerayê wê dîsa giran bibe.

Nexweşiya kolerayê ya li Yemenê yek ji nexweşiya giran a serdemê tê dîtin. Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê pêla pêşî Nîsana 2017’an dest pê kir û nexweşî li 1.1 milyon kesî xuya kir. Li gorî Doktorên Sînornenas û Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê di navbeyna Îlona 2016’an û Adara 2018’an de 2.400 kes ji vê nexweşiyê mirin.

Tirs jê heye ku bi hatina baranê re ev nexweşî dîsa berbelav bibe û bobeletên mirovî çêbike. Li gorî lêkolînekê, k udi kovara The Lancet Glbal Healthê de weşiyayî baran rîska berbelavbûna nexweşiyê zêdetir dike. Piştî ya 2016 û 2017’an tê gotin dibe ku pêla sêya a kolerayê li Yemenê bibe.

Halê hazir ji nîvî zêdetir herêmên Yemenê ketine ber bayê vê nexweşiyê. Lêkolîneran, pisporên tenduristiyê yên cameweriyê û nexweşiyên tropikal kir û bang li saziyên rayedar ên tenduristiyê kir hê beriya ku bobelet çêbibe, xwestin ku tevdîr werin standin.