Li Yemenê rûpelekî din jî hate girtin

Li Iraqê bi kuştina Saddam Huseyîn, li Tûnûsê ya Bîn Alî, Li Misirê ya Mubarek, li Lîbyayê ya Kaddafî û li Yemenê jî bi kuştina Salih re di cîhana Ereban de rûpelekî din jî hate girtin.

Alî Abdullah Salih…Li Yemenê bi dehan salan li ser hikum ma.

Di şerên navxweyî de, di mudaxeleyên navxweyî de û di bihara Ereban de li ser lingên xwe ma.

Salih di salên 1960’î de di nav refên komarparêz ê Yemena Bakur bû. Di wê demê de li Başûrê wê jî di sala 1968’an de komareke sosyalîst hatibû îlankirin.

Di serê salên 1990’î de bi belavbûna Sovyetê re, xwe bi navê qehremanê ku Yemenê bike yek, pêşkêş kir. Di salên 1990’î de alîgirên wî jê re digotin “împarator.”

Di salên 2000’î de bû zilamê têkoşîna li ser dijî terorîzmê. Ji bo operasyona DYA’yê ya li dijî El Kaîdeyê destûr da ku, firfirokên hewayî yên bêmirov werin bikaranîn.

HEKE TU DIXWAZÎ KURÊ TE XASÛK BE NAVÊ WÎ BIKE ALÎ

Salih di kariyera xwe ya siyasî de bi hemû aliyan re tifaqek ava kir. Bi Îslamîstan re, bi Îranê re, bi Siûdî re û bi Amerîkayê re tifaq çêkir. Vî karakterê wî li Yemenê bû biwêj, ‘Heke tu dixwazî kurê te xasûk be, navê wî bike Alî.”

Wî besta xwe ya xasûktî û radîkaliyê ji Saddam Huseyîn stendibû. Salih herî dawîn ji aliyê Hûsiyan ve di 4’ê Kanûnê de hate kuştin. Dîmenên kuştinê li ser înternetê bi lez û bez belav bû.

MIRINA WÎ KADDAFÎ ANÎ BÎRA MIROVAN

Dîmenên kuştina wî, kuştina Mûammer Kaddafî anî bîra mirovan.

Cenazeyê wî xistibûn nav betaniyekê û bi sloganên “Allah-û Ekber” re xistin pîkabekê. Hûsiyan ji ber vê kuştinê spasiyên xwe ji Xwedê re pêşkêş dikirin.

Beriya şerê li Yemenê, Alî Abdullah Salih bi qasî 15 salan dijminên Hûsiyan bû. Piştre tifaqeke konjokturel pêk hat.

Salih beriya kuştina xwe diyar kiribû ku ew ji bo diyaloga bi Siûdî Erebistanê re amade ye.

Koalîsyona Ereban a ku Siûdî Erebistan pêşengiya wê dike ji Adara 2015’an û vir ve Yemenê bombe dike.

Hûsiyên Şîa di sala 2014’an de paytext Sana jî tê de gelek cih xistin bin kontrola xwe.

Serokkomar Abd Rabbû Mansûr Hadî ji welatê xwe derketibû û xwe spartibû Siûdî Erebistanê û piştre jî hate Adenê û biryargeha xwe ava kir. Hadî ji dêvila Salih bûbû Serokkomar.

Salih jî pişta serîhildana di 2011’an a Ereba Biharan de di sala 2012’an de dev ji peywira xwe berdabû. Lê di navenda bazariyên siyasî de bû.

DEMA HATE SER DESTHILATDARIYÊ GOTIN 6 MEHAN NAMÎNE, 33 SALAN MA

Cara pêşîn di sala 1978’an de bû serokkomarê Bakurê Yemenê. Hat gotin ku ji 6 mehan zêdetir wê li ser hikum nemîne. Du rêveberên beriya wî hatibûn kuştin. Digotin Yemen nayê birêvebirin. Lê Salih 33 salan li ser desthilatdariyê ma.

Di nîveka salên1990’î de daxwaza veqetînê ya Başûrê Yemenê têk bir. Di sala 2000’an de bi îddiaya ku Îran wan bi kar tîne, li dijî Hûsiyan şer da destpêkirin.

Piştî êrîşa 11’ê Îlonê bi operasyonên li dijî komên Îslamîst, piştgiriya Amerîkayê wergirt. Bi şerê dawî yên di sala 2015’an ê li Siûdî Erebistanê, Salih dîsa hat ser dika siyasetê.

DI CÎHANA EREBAN DE RÛPELEK HATE GIRTIN

Di demên herî dawîn de tifaqa wî ya bi Hûsiyan re xerab bûbû. Her kes li bendê ku wê derbeya dawîn kî li kê bide.

Li Iraqê bi kuştina Saddam Huseyîn, li Tûnûsê ya Bîn Alî, Li Misirê ya Mubarek, li Lîbyayê ya Kaddafî û li Yemenê jî bi kuştina Salih re di cîhana Ereban de rûpelekî din jî hate girtin.