Li Yemenê êrîşî bazarekê hate kirin: 17 kesên sivîl mirin
Li vîlayeta Saada ya li bakurê Yemenê êrîşî bazarekê hate kirin. Di vê êrîşê de 17 kesên sivîl mirin.
Li vîlayeta Saada ya li bakurê Yemenê êrîşî bazarekê hate kirin. Di vê êrîşê de 17 kesên sivîl mirin.
Li gorî daxuyaniya Neteweyên Yekbûyî li Saadayê êrîşî bazara bi navê El Raqw hate kirin. Di vê êrîşê de 17 kes mirin û 12 kes jî birîndar bûn. Ev der di bin kontrola Hûsîyên Şîî de ne. Hate diyarkirin ku êrîş ji hewayê hatiye kirin û hê tu kesî ev êrîş li xwe negirtiye.
Di 22 û 27’ê Mijdarê de jî êrîşên hewayî hatibû kirin û di her du êrîşan de 10 kes miribûn.
Li gorî Neteweyên Yekbûyî ji serê meha Mijdarê û heta niha 89 sivîl li vana bazaran hatine qetilkirin.