Li Venezûelayê di xwepêşandanan de 23 kes hatin şewitandin
Li Venezûelayê, ji meha Nîsanê û vir ve di çalakiyan de 23 kes ji aliyê hêzên rastgir ên piştgiriyê ji DYA dibînin ve hatin şewitandin.
Li Venezûelayê, ji meha Nîsanê û vir ve di çalakiyan de 23 kes ji aliyê hêzên rastgir ên piştgiriyê ji DYA dibînin ve hatin şewitandin.
Komên rastgir ên destekê ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîka digirin, ji bo îstifakirina Serokdewletê Venezûelayê Nîcolas Madûro çalakiyên xwe didomînin. Bîlançoya van çalakiyan roj bi roj giran dibe.
Di êrîşên komên rastgir de, ku bi teqemeniyên bi destan hatine çêkirin û molotof kokteylan tên kirin, heta 19'ê Tîrmehê 23 kes şewitîn. Piraniya van mirovên hatin şewitandin jiyana xwe ji dest dan. Yên birîndar bûn jî bedena wan di asteke xetere de şewitî.
15 kes li paytext Caracasê, 8 kes jî li bajarên din ên welêt hatin şewitandin. Li gorî InSurGente, 4 ji van kesan êrîşkarên rastgir in ku xwe bi şaşitî şewitandine yan jî ji aliyê komên xwe ve bi şaşitî hatine şewitandin. 19 kesên din jî karmendên dewletê ne, sivîlên alîgirê Chavez in û mirovên reş in. Komên rastgir gelek caran sûcê nefretê dikin û êrîşî xwecihiyan û mirovên reş dikin.