Li Urdunê lêhî rabû: Bi kêmanî 9 kes mirin
Li Urdunê ji ber barana piştî du hefteyan bi şûnde dîsa bi dijwarî barî, bû sedema rabûna lêhiyê. Di encama lêhiyê de bi kêmanî 9 kes mirin.
Li Urdunê ji ber barana piştî du hefteyan bi şûnde dîsa bi dijwarî barî, bû sedema rabûna lêhiyê. Di encama lêhiyê de bi kêmanî 9 kes mirin.
Li gorî daneyên fermî yên rêveberên parastina sivîl a Urdunê, barana zêde ya li herêma Dabba ya dikeve başûrê paytexta welat Ammanê bû sedema mirina gelek kesan.
Ji ber lêhiyê bi kêmanî 9 kes mirin, 5 kes jî winda ne. Rêveberan anî ziman ku nêzî 3 hezar û 700 turîstên ku dema serdana sîteya arkeolojî ya Petra dikirin, baran dijwar bariye û ji ber baranê tûrîst veguhestine.
Hate ragihandin ku piranî kesên ku jiyana xwe ji dest dane li herêmên li ber çeman in û zarok in.
Ji ber baran berî du heftan a li welat barîbû, bibû sedema mirina 21 kesî.