Li Urdunê klor fûriya: 12 kes mirin 250 kes birîndar bûn

Li lengergeha Akabe ya Urdunê konteynirek qelibî û klor jê fûriya. Di vê bûyerê de herî kêm 12 kes mirin û 250 kes jî birîndar bûn.

Li gorî daxuyaniya berdevkê ewlekariya giştî konteynireke ku gaza jehrî tê de bû, di dema barkirinê de wergeriyaye.

Di vê bûyerê de klor a ku gazeke jehrî ye fûriya û herî kêm 12 kesan jiyana xwe ji dest dane û 250 kes jî birîndar bûn.

Rayedaran diyar kirin ku konteynir ji keştiyê ketiye û qada li başûrê bendergehê hatiye valakirin.

Televîzyona El Mamlaka dîmenê bûyerê weşand û tê dîtin ku vînç dema ku radihêle konteynirê, wê dixe ser keştiyê. Bi ketinê re ewrekî zer çêdibe û mirov direvin.

Rayedaran bang li şêniyên Akabeyê kirin ku bila li mala xwe bimînin û ji bo tevdîrê paceyên xwe bigirin.