Li Tûnûsê nîjadperestî hate qedexekirin

Li Tûnûsê pêşnûmeyeke ku nîjadperestiyê qedexe dike hate pejirandin. Reşikên Tûnûsê bi gotina ‘Qanûneke dîrokî ye’ keyfxweşiya xwe anîn ziman. Tûnûs bi vê qanûnê re di cîhana Ereban de bû welatê pêşî ku nîjadperestî qedexe kirî.

Tûnûs a ku di gelek aliyan de cûdabûna xwe nîşan dayî carek din jî rewşa xwe ya cûda diyar kir. Roja 9’ê Cotmehê pêşnûmeyeke ku nijadperestiyê qedexe dike pejirand. Roja 10’ê Cotmehê jî Wezareta Karê Derve li ser hesabê twîtterê  got; “Ev kiryar Tûnûsê rûmetdar dike.”

Tûnûs di cîhana Ereban de bû  welatê pêşî ku nîjadperestî qedexe kirî. Tûnûs sala 1846'an beriya Fransa û gelek welatan jî koletî rakirbû.

Ev pêşnûme di tevna civakî de û ji aliyê siyasetmedaran ve bi keyfxweşî hate pêşwazî kirin. Parlamenter Jamîla Ksîkî yê girêdayî partiya Îslamî Ennahdayê got; “Rojeke dîrokî ye, ji bo Tûnûsê bû fetlonekeke girîng''.