Li Tûnûsê koçberên ji Efrîkayê hatin qewirandin

Li bajarê Safakes a Tûnûsê piştî mirina kesekî ji Tûnûsê koçberên ji Efrîkayê hatin qewirandin.

Li Tûnûsê şîddeta li ser penaber û koçberan zêde dibe. Roja Yekşemê li bakurê bajarê Safakesê koçberên ji Efrîkayê kesekî ji Tûnûsê kêr kiribûn. Dîmenên derbarê êrîşê bi lezgînî ji aliyê parlementerekî hatibû weşandin. Parlementerê bi navê Tarik Mehdî diyar kir ku êrîşkar ji ‘Efrîkayê’ ne û bang kiribû ku divê gel têkevin tevgerê.  Li gorî rayedaran ev kesê 41 salî yê ji Tûnûsê di dema şerê li hemberî kesên ji Kamerûnê de hatibû kuştin.

Piştî vê bangê li gelek taxan bi sedan kes bi şev daketin kolanan aû xwestin hemû koçberên ‘qaçax’ ji welat werin derxistin.

Piştre hinek xwepêşanderan rê girtin û teker şewitandin. Di dîmenan de derket holê ku li hemberî kesên ji Efrîkayê êrîşên bi şîddet hatine kirin. Di dîmenan de tê dîtin ku komek koçberan datînin ser hev û li dora wan jî hin kes hene û dar di destê van kesan de ne.

Hate ragihandin nêzî 30-40 koçber rakirine neexweşxaneyê û ev koçber birîndar bûne.