Li Tûnûsê Erdogan hate protestokirin: Diz û terorîst!

.Serdana Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ya ji bo Tûnûsê bi protestoyan hate peşwazî kirin.

Gelek aktivîstên civaka sivîl piştî serdana Erdogan ya 25’ê Kanûnê roja Şemiyê li pêşiya sefaretxaneya Tirk çalakî kirin.

Di çalakiyê de krîza Lîbya ya dewleta Tirk jî di nav de Erdogan hate protestokirin û bang li Tûnûsê hate kirin ku bê alîtiya xwe bidomîne.

Hate îdîakirin ku Erdogan bi taybet dixwaze Tûnûsê bike hevkarê sûc yê li Lîbyayê.

Serokkomarê Tûnûsê ragihand ku di hevdîtinê de peyamana Tirk-Lubnan ne bûye rojev û Tûnûs tu caran beşdarî tifaqekî nabe.

Tevî vê daxuyaniyê aktivîstên Tûnûsî “Mudaxeleya Tirk” ya li Lîbyayê protesto kriin. Çalakgeran banga muzakereyan li Lîbyayê kirin û diyar kirin ku ji ber deswerdana ji derve li welat windahiyên mezin û zirarên mezin çêbûne.

Di çalakiya li Tûnûsê de pankarta “Diz û terorîst” hate hildan.