Li Torontoyê meşa ji bo Rojava
Li Torontoyê bi wesîleya Roja Rojava ya Cîhanê meşek pêk hat.
Li Torontoyê bi wesîleya Roja Rojava ya Cîhanê meşek pêk hat.
Li bajarê Toronto yê Kanadayê bi wesîleya Roja Rojava ya Cîhanê bi sedan kes li kolana Yonge û Bloore li hev kom bûn û meşiyan.
Tevî Komeleya Kurd a Kanadayê gelek saziyên sivîl ên Kanadayê piştgirî dan çalakiyê ku bi pêşengiya Federasyona Kurd a Demokratîk a Kanadayê pêk hat.
Qisekeran Şoreşa Rojava silav kirin û dagirker şermezar kirin.