Li Tokyoyê şofêrê ku bi zanebûn kevokek kuşt, hate girtin

Li Tokyoya paytexta Japonyayê şofêrekî ji ber ku kevokek bi zanebûn kuşt, hate girtin.

Berdevkê polêsan ê Tokyoyê ji AFP’ê re axivî û ev yek anîn ziman: "Şofêrê 50 salî yê  wesayita xwe ji bo kevokekê bikuje bi kar anî, roja  Yekşemê hat girtin." Û berdevkê polêsan got: "Ev ne lîstikek e."

Li gorî medyaya herêmî, meha bihurî jî heman şofêrî li xaçerêyekê ji nişka ve leza xwe zêde kiriye û berê wesayita xwe rasterast daye li ser refeke kevokan.

Dengê motora wesayitê welatiyekî ku ji wir derbas dibû tirsandiye û ev bûyer ji polêsan re ragihandibû.

Polêsên Tokyoyê bi awayekî cidî nêzî bûyerê bûn û kevoka ji hêla şofêrî ve hatî kuştin ji bo otopsiyê birin veterînerekî.

Li gorî medyaya herêmî, şofêrî li hemberî  mifetîşan xwe wiha parastiye: "Rê aîdî mirovan e, ji ber vê hewce bû kevokan xwe li ser rê bidana paş."