Li Teksasê 46 cenazeyên koçberan di qemyonê de hatin dîtin

Li eyaleta Teksasê ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê di qemyonekê de 46 cenaze hatin dîtin.

Rayedarên polîsan gotin ku qemyon li ser rêyek li nêzî San Antonio ji ber ku karmendekî bajêr îxbar kir, terikandî hate dîtin.

Rayedaran her wiha diyar kirin ku dema hatine cihê bûyerê, li derveyî kamyonê cenazeyek li erdê dîtine.

Her wiha 16 kes ku 4 jê zarok bûn û ji ser hişê xwe çûbûn, rakirine nexweşxaneyê.

Şaredarê San Antonîo bûyer weke trajediyeke giran a mirovî pênase kir û xwest, kesên ku mirovan dixin nava rewşeke bi vî rengî ya nemirovî, bêne darizandin.

Li heman bajarî sala 2017'an 10 koçber, sala 2003'an jî 19 koçber di qemyonan de mirî hatibûn dîtin.

Bazirganên mirovan gelek caran koçberan dixin qemyonan û bi vî rengî derbasî Amerîkayê dikin.