Li Tayvanê otobusa geştê qelibî: Herî kêm 32 kes mirin

Li Tayvanê di encama qelibîna otobuseke geştê de herî kêm 32 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Di otobusa li ser rêyeke nêzî paytext Taîpeî qelibî de, 44 kes hebûn.

Ji kesên di hundirê otobusê de 30 kes li cihê qezayê, 2 jî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dane û 12 kesên ku birîndar jî bûne rakirin nexweşxaneyên Taîpeî yê.

Têkildarî ku qeza çawe bûye û ji ber çi rûdaye lêkolîn hate destpêkirin.

Li Tayvanê sala derbasbûyî ji ber ajokarê geştyarê dema ku otobus di rê de diçû şewitand, 24 geştryarên Çînî jiyana xwe ji dest dabû.