Li Sydneyê ji bo 32 hezar kesan banga tehliyekirinê hate kirin

Li bajarê Sydneyê yê Awûstralyayê di roja sêyemîn a barana zêde de banga tehliyekirina 32 hezar kesan hate kirin.

Barana zêde ya li paytextê di roja sêyemîn de didome.

Berpirsê kar û barên lezgîn ya Eyaletê Carlene York got: “Ax heziya, çem û bendav zû diherikin.”

Servîsên alîkariyê ragihandin ku ew êvara yekşêmê çûne hewara zêdetirî 80 kesan.

Ji ber barana zêde gelek kes di wesayîta xwe de asê man û di heman demê de gelek kes ji ber zêdebûna baranê nikarin ji malên xwe derkevin.

Rayedaran banga tehliyekirina 32 hezar kesên li herêma Sydneyê kirin.

Li Qerexên rojhilatê Awûstralyayê di 18 mehên dawî de gelek caran bûyerên lehiyê rû dane.

Di meha Adarê de 20 kesan ji ber lehiya dijwar li rojavayê Sydneyê jiyana xwe ji dest dan.

Ji zanîngeha Monashê pisporê hewayê Kîmberley Reîd got: “Lêkolînên me yên li ser lehiyên Adara 2021’an derxist holê ku, li Sydneyê bûyerên bi vî rengî sedî 80’î zêdetir wê heta dawiya sedsala 21’an pêk were.”