Li Sydneyê 3 jinên şoreşger hatin bibîranîn

3 jinên şoreşger ên ku li Parîsê hatibûn qetilkirin, li bajarê Sydney ê Avûstralyayê hatin bibîranîn.

Di 9’ê Çileya 2013’an de yek ji damezirînera PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya li Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez li Sydneyê bi çalakiyekê hatin bibîranîn.

Di bibîranînê nivîsên li ser her sê şoreşgerên jin hate xwendin û sînevîzyona li ser têkoşîna wan hate nîşandan.

Di bibîranînê de axaftin hatin kirin û hate diyarkirin ligel ku kujer tên zanîn jî 6 sal in edalet pêk nehatiye.

Di çalakiyê de bi çalakgerên greva birçîbûnê yê li Strasboûrgê re li ser Skype girêdaneke zindî hate kirin.

Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç li vê derê axivî û diyar kir ku parlementera HDP’ê û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven 67 roj in di greva birçîbûnê de ye û tendirustiya wê hatiye asta krîtîk.

Koç diyar kir ku divê Kurdistanî û dostên wan bi giyanê seferberiyê têbikoşin.