Li Swîsreyê karê welatîbûna neviyên koçberan sivik bû
Li Swîsreyê, di referandûmê de ji bo sivikkirina kar û barên welatîbûna neviyên koçberan dengê 'erê' hat dayîn.
Li Swîsreyê, di referandûmê de ji bo sivikkirina kar û barên welatîbûna neviyên koçberan dengê 'erê' hat dayîn.
Swîsreyî roja Yekşemê çûn ser sindoqan. Tevî kampanya hêzên rastgir a li dijî Misilmanan jî, zêdeyî ji sedî 60 ê hilbijêrên Swîsreyê, prosedura hikûmetê ya ji bo sivikkirina kar û barên welatîbûna neviyên koçeran 'erê' kirin. Ev pêşniyar divê ji aliyê piraniya 26 kantonan ve bê qebûlkirin. Lê belê heft kantonên bi zimanê Elmanî daxivin, dengê 'na' dan.
Hema bêjin temamiya partiyên siyasî di vê mijarê de destek dan hikûmetê. Tenê Partiya Yekîtiya Demokratîk a Navendî (UDC) ku li baskê jêrîn ê parlamentê xwedî hejmara zêde ya parlamenteran e, li ber vê pêşniyarê rabû. Vê partiyê, kampanyayeke li dijî koçberên Misilman meşand û afîşên provokatîf daliqand. Parlamenterê UDC Jean-Lûc Addor ku di heman demê de alîkarê serokê komîteya li dijî sivikkirina karê welatîbûnê ye, li xwe mikur hat ku di referandûmê de têk çûne.
Hikûmet bi vê projeya xwe re dixwaze prosedura welatîbûna Swîsreyê dide neviyên koçeran, bi lez bike. Dayîna welatîbûnê bi rengekî otomatîk napejirîne.
Li Swîsreyê wê di nava deh salên pêş de her sal 2 hezar 300 ciwanên ji nifşên sêyemîn, ji prosedura 'welatîbûna hêsankirî' sûdê werbigirin. Di rewşa heyî de bi qasî 25 hezar neviyên koçberan li Swîsreyê dijîn.