Li Swîsreyê bi dehan hezar kes ji bo avhewayê meşiyan

Li gelek bajarên Swîsreyê, bi dehan hezar kes li dijî germahiya global daketin qadan û hişyarî dan rayedaran: "Ne avhewayê, lê sîstema xwe biguherînin." Li Cenevreyê di meşa li dijî guhertina avhewayê de daxwaza azadiya Ocalan hate kirin.

Guhertin avhewayê ya ji ber germahiya global rû dide, roj bi roj bandora xwe zêde dike. Ji ber ku rayedar tedbîrên têrker li dijî guhertina avhewayê nagirin, nerazîbûn jî zêde dibe.

Doh bi rengekî hevdemî li bajarên Cenevre, Zurîch, Bern, Frîboûrg, Delemont û Lozanê yên Swîsreyê bi dehan hezar kes daketin qadan û hişyarî dan rayedaran.

Di meş û çalakiyan de dirûşmên, "Ne avhewayê, lê sîstema xwe biguherînin", "Gerstêrka me rizgar bikin", "Em avhewayê germtir in", "Kapîtalîzm rê li ber mirinê vedike" hatin qîrîn, pankart hatin evkirin û bang li rayedaran hate kirin ku tavilê bikevin nava liv û tevgerê. gelek kesayetên navedar ên Swîsreyî jî tevlî çalakiyan bûn.

'DIVÊ OCALAN AZAD BIBE'

Li Cenevre û Zurîchê di çalakiyên dijî avhewayê de tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya Leyla Guven pêk tên hatin bibîrxistin. Di dema meşa Cenevreyê de qisekeran diyar kirin ku bi salan e Ocalan bi rengekî giran tecrîdkirî ye û işaret bi girîngiya felsefeya Ocalan kirin.

Qisekeran dan xuyakirin grevên birçîbûnê yên Leyla Guven û çalakgerên din ji bo rakirina tecrîdê ye û hate gotin, Ocalan û Kurd parêzvanên herî girîng ê demokrasiyê ye li Rojhilata Navîn.

Di çalakiyê de daxwaza azadiya Ocalan û piştgiriya ji bo gelê Kurd hate kirin.