Li Swêdê yekemîn çalakgerê li dijî dagirkirina Vîetnamê jiyana xwe ji dest da

Li Swêdê, dijberê emperyalîzmê û dostê gelan Skold Peter Mathhis, ku ji aliyê hêzên pêşverû û şoreşger ve ji nêz ve tê naskirin, li Stockholmê di qezayeke trafîkê de jiyana xwe ji dest da.

Skold Peter Matthis ku sala 1937'an li Stockholmê ji dayik bû, kurê herî biçûk ê nivîskarê Swêdî Henry Peter Matthis bû. Zarokatî û ciwantiya Matthis li taxa Djurholm a dewlemendan derbas bû. Piştî ku fakulteya tipê qedand, demeke dirêj doktoriya çavan kir.

Karên xwe yên siyasî jî li nava refên Partiya Komunîst dewam kir.

Matthis sala 1965'an li paytext Stockholmê li dijî Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) çalakiyek kir û bi vî rengî li tevahiya welêt hate naskirin. Li qada Hotorgetê bi tena serê xwe çalakî kir û dowîza bi nivîsa "DYE ji Vîetnamê bicehime" hilda.

Matthis ku ji aliyê derdorên pêşverû û çep ve ji nêz ve tê naskirin, ji bo dijberên emperyalîzmê, dost û malbata wî, mirina wî bû cihê xemgîniyeke mezin.

Kurê Matthis Simon Matthis ji rojnameya Afton Bladet re axivî û got, "Hem malbat hem jî dostên wî di nava şoqeke mezin de ne."

Rojnameya Expressenê ku duyemîn rojnameya herî mezin a Swêdê ye mirina Matthis bi sernavê "Profîlê çep Skold Peter Matthis di qezayekê de mir" ragihand.

Rojnameyê bi bîr xist ku Matthis "Xwepêşandêrê destpêkê yê Swêdê yê ji bo Vîetnamê" bû.