Li Swêdê ji bo azadiya Ocalan kon hate vegirtin

Ji bo şermezarkirina komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo xwestina azadiya Ocalan li bajarê Helsînborgê yê Swêdê kon hate vegirtin.

Çalakgeran wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên ji bo azadiya rêzdar Ocalan bi kon ve daliqandin. Raya giştî ya Swêdê jî têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd bi devkî û bi nivîskî hatin agahdarkirin.

Çalakger Cîhan Şengalî ji Radyoya Dewletê ya Swêdê re axivî û diyar kir çawa ku gelê Kurd êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê şikand ew ê gelê Kurd dewleta Tirk û çeteyên wê jî têk bibe.

JI BO AZADIYA OCALAN EW Ê LI SWÊDÊ ÇALAKIYEKE GIRSEYÎ WERE LIDARXISTIN

Navenda Civakî ya Kurd a Demokratîk a Swêdê diyar kir ku ji bo şermezarkirina 9’ê Cotmehê ew ê li navenda Stockholmê çalakiyeke girseyî li dar bixin.

Navenda Civakî ya Kurd a Demokratîk a Swêdê û Meclîsa Jinên Kurd a Amarayê ji bo protestokirina êrîşên dewleta Tirk diyar kir ku di 13’ê Cotmehê saet di 13’an de ew ê li Qada Norra Bantorgetê çalakiyekê li dar bixin û banga tevlêbûna çalakiyê kir.