Li Swêdê gumana şewba Ebolayê

Li Swêdê kesê ku ji bo nexweşxaneyê hate qebûl kirin, fikar hene ku vîrûsa Ebola girtîbe.

Meqamên tenduristiyê yên herêma Ûppsalayê diyar kirin ku di encama analîzan de dibe ku îşev encamên muhtemel derkeve holê û got; “Nihat tenê guman heye, dibe ku nexweşiyek din jî be.”

Hate ragihandin ku nexweş ji bo tedawiyê rakirine klînîka nexweşiyên şewb a girêdayî nexweşxaneya zanîngeha Ûppsala.

Şewba Ebola ya beriya niha li Kongo rû da, li eyaleta Ekvatorê der bûbû ku bi 2 hezar û 500 kîlometreyî dûrî eyaleta Kîvû ya Bakur e.

Ebola cara yekê sala 1976'an li Kongoyê derkete holê. Kanûna 2013'an li rojavayê Afrîkayê ji nû ve rû dabû. Şewba Ebola ji sala 2014'an heta 2017'an li Gîne, Lîberya û Sîerra Leone belav bûbû û nêzî 30 hezar kes pê ketibûn. 11 hezar kes jî miribûn.