Li Sûka Mezin a Tehranê xwepêşandanên esnafan mezin dibe

Bi hezaran esnafên li Îranê ji bo protestokirina kêşeyên ekonomîk dikanên xwe girtin û bi dirûşmên‘Dev ji Sûriye berdin, li rewşa me binêrin’daketin kolanan xwepêşandaneke mezin lidar xistin.

Li Tehranê ya ku paytexta Îranê ye, Li Sûka Mezin a Tehranê ji bo protestokirina kêşeyên ekonomîk, esnafan dikanên xwe girtin. Bi hezaran kesên ku kêşeyên ekonomîk protesto kirin sloganên ‘Em bi 10 hezar tumenan dolaran naxwazin,” “Dev ji Sûriyeyê berde, li rewşa me binihêre” berz kirin, di nava sûk û kolanan de meşiyan.

Li gor agahiyan hê jî li gelek deverên Tehranê çalakî dewam dikin.

Her wiha Sûka Elaedîn ku navenda bazirganiya telefonan a herî mezin a Tehranê ye jî tevlî çalakiyê bûne.

Hêzên ewlekariyê Îranê çûne cihê bûyerê û êrîşî xwepêşandana dike. Dîsa li gorî agahiyên hatin girtin, meşa gel didome û ber bi meclîsa Îranê ve diçin.

Bazara Mezin a Tehranê weke dilê aboriya Îranê tê destgirtin. Eger ku çalakiyên bokotê li vir dom bikin wê aboriya Îranê ser û bin bibin.

Rejîma Îranê di nava 40 salên desthilatdariya xwe de tim ji çalakiyên grevê yên li Bazara Mezin a Tehranê pir tirsiya ye. Ji bo vê bi hemû hêza xwe pêşî li çalakiyên li vir hatine destpêkirin girtiye.