Li Sûdanê tevgera gel rêveberiya xwe ya sivîl diparêze

Li Sûdanê piştî ku Komen Pîşeyî ku ji pêkhateyên tevgera gel pêk tê, rejîma dîktator Omer El Beşîr hilweşand ragihandin ku wê konseyekî sivîl ku ji karên welat berpisyar ava bikin.

Yekîtiya Komên Pîşeyî daxuyaniyekî nivîskî da û got; “Navên endamên Konseya Sivîl ya ji karên welat berpirsin wê roja Yekşemê li pêşiya baregeha giştî ya artêşê ya li Hartûmê were eşkere kirin.”

Ji pêşengên yekîtiyê Ahmed el Rabîa ji AFP’ê re axivî û got; “Em daxwaz dikin ku ev Konseya Sivîl ku wê nûnerên leşkerî jî cih bigrin bikeve cihê Konseya Leşkerî”.

Bi hezaran welatiyên Sûdanê ji 6’ê Nîsanê ve li pêşiya baregeha leşkerî di nava çalakiyan de ne. Di destpêkê de ev çalakî ji bo ketina rejîma Omer El Beşîr dihate lidarxsitin.

Omer El Beşîr ku 30 sal in desthilatdar bû piştî çalakiyên protestoyê yên 4 mehan roja 11’ê Nîsanê dev ji peywirê berda û kete girtîgehê.

Di encama tevgera gel de rejîm hilweşiya artêş heta pêvajoya derbaskirer dest danî ser rêveberiyê û konseyekî leşkerî ava kir. Konseyê ji bo avakirina hikûmeteke sivîl soz da lê ti dîrokek diyar nekir.