Paketa Darazê ya 10'emîn ji Meclîsê derbas bû: Hin xalên cihê nîqaşê hatin derxistin

Sererastkirina hin qanûnên têkildarî Qanûna li ser Înfazê ya Tedbîrên Ewlekarî û Cezayê ku di nava raya giştî de weke 'Paketa Darazê ya 10'emîn' tê naskirin, li Civata Giştî ya Meclîsa Milet a Mezin a Tirkiyeyê hate qebûlkirin.

Pêşniyara Paketa Darazê ya ji 30 Xalan, piştî rexneyên DEM Partî û partiyên din ên muxalefetê bi derxistina 8 xalan a ji nava paketê ji Meclîsê derbas bû.

Li gorî sererastkirina nû, sînorê jêrîn û jorîn ê cezayê girtîgehê yê li hemberî kesên sûc kirine, bi zanebûn mirov birîndar kirine, bi giranî birîndar kirin û sûcê gefxwarinê kirine, hate zêdekirin. Mînak, sînorê jêrîn ê sûcê birîndarkirineke biçûk ji 4 mehan bû 6 meh, ji birîndariay giran jî sînorê jêrîn ê ceza ji 3 salan bû 4 sal.

Sînorê jêrîn ê sûcê ajortina wesayitê bi bandora alkol an jî narkotîkê ji 3 mehan bû 6 meh.

Sînorê înfaza ceza ya bi şev û dawiya hefteyê hate zêdekirin. Dema înfaza ceza ya li malê ji bo jinan, extiyaran û zarokan hate berfirehkirin. Hikumxwarên di ser 80 salî re wê cezayê girtîgehê yê heta 6 salan karibin li mala xwe derbas bikin.

JI BO MEHKÛMÊN BI NEXWEŞIYA GIRAN ŞERTÊ ÎNFAZÊ

Mehkûmên bi nexweşiya giran an jî astengdar, eger bê tespîtkirin ku nikare jiyana xwe li girtîgehê dewam bikin wê karibin ceza li malê bikişînin. Lê belê ev hikum ji bo mehkûmên ku cezayê muebbetê yê girankirî li wan hatiye birîn derbas nabe.

Bi rexneyên muxalefetê re sererastkirinên têkildarî sansura înternetê, girtiyên zarok û xalên li ser zêdekirina ceza ya birîna rê di trafîkê de ji paketê hatin derxistin.