Li Sûdanê li dijî desthilata leşkerî dest bi grevê hate kirin

Li Sûdanê ji bo hê zêdetir zextê li leşkeran bê kirin ku desthilatê radestî sivîlan bikin, banga greva giştî hate kirin.

Grev roja Sêşem û Çarşemê li xwe digire. Xebatkarên balafirgeha li paytext Hartûm li gel Banka Navendî, xebatkarên Şirketa Elektirîkê ya Neteweyî, mehmûrên Serdozgeriyê biryar girtin ku wê 48 saetan bikevin grevê.

Bi biryargirtina grevê re termînalên totobus ên li paytext û balafirxaneyê ji aliyê çalakvanan ve hatin bolkekirin.

Ji 6’ê Nîsanê û vir ve bi hezaran Sûdanî li pêşiya biryargehên leşkerî bicih bûne. Girseya ku destpêkê li dijî rejîma Omer El Beşîr destek ji artêşê xwestin, li ser desthilata leşkerî vê carê jî ji bo rêveberiyê radestî sivîlan bikin çalakî didome.

Dîktator Omer El Beşîr ê tevî 30 salî bû Sûdan bi rê ve dibir, 19’ê Kanûnê ji aliyê tevgera gel ve 11’ê ji desthilatê hate xistin. Omer El Beşîr ê li dijî mirovahiyê û sûcê qirkirinê pêk anî hate girtin.

Piştî hilweşandina rejîmê genera Abdul Fettah El Bûrhan dest danî ser rêveberiyê û Konseya Leşkerî ava kir.

Di navbera leşker û pêşengên çalakiyan Îtifaqa Guhertin û Azadiyê de hevdîtinên rêveberiya berfireh hatin nîqaşkirin. Bi taybet li ser yekbûyîna konseya nû li hev kirin pêk nayê. Ji her du aliyan daxwazên wan bûna xwedî zêdeyê kursiyan a konseya nû ye.

Li ser redkirina desthilata leşkerî Îtifaqa Guhertin û Azadiyê biryar greva giştî da.

Îtifaqê hişyarî da ku eger leşker gav bi şûnde nevavêjin wê vê carê dest bi greva giştî ya bêdawî bikin.