Li Sûdanê hersa civakî ya herî girîng a 30 salên dawîn

Li hemberî desthilatdariya serokê dewleta Sûdanê Omer El Beşîr ê ku sûcê şer kiriye, çalakiyên herî girîng ên 30 salên dawîn tên lidarxistin.

Çarşema borî piştî ku hikumetê buhayê nan 3 qatan zêde kir, çalakiyên protestoyê dest pê kirin. Îro jî sektorên cihê yên pîşeyî dest bi grevê kirin

Protesto heta niha li 10 bajaran tên kirin. Ev protesto wekî nerazîbûna herî girîng a 30 salên dawîn tê nirxandin.

Komîteya Bijîşkan a ku di nav organîzatoran de ne, diyar kirin ku roja Sêşemê ew ê daxwazên gel ji Serokkomar re ragihînin.

Dewletê ji bo sekinandina çalakiyên protestoyê dest bi şîddetê kir. Li El Gadarefê ya li Rojhilat 8 çalakger hatin kuştin û li Atbarayê jî 2 kes hatin kuştin. Hêzên mûxalefetê diyar dikin ku bîlançoya rastîn gelekî zêde ye. Li gorî serokê Partiya Mûxalefetê Sadik El Mehdî di êrîşên hêzên ewlekariyê de herî kêm 22 kes hatine kuştin.

Li gorî AFP’ê profesorê zanistên siyasî Abdullatîf El Bûnî gotiye ku, “Sedema bingehîn a protestoyê ekonomî û buhayên zêde ne. Lê bingehên krîzê siyasî ne.”

DOSTÊ ERDOGAN E

Omer El Beşîr ê ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan dostê wî ye, ji sala 2010’an û vir ve ji aliyê Dadgeha Cezayan a Navneteweyî ve bi sûcên li dijî mirovayetiyê tê sûcdarkirin. Beşîr du caran bû desthilatdar. Niha jî ji bo ku cara sisêyan were hilbijartin, hewl dide di destûra bingehîn de guherînê pêk bîne. Beşîr ji ber ku ji fonên welat 9 milyar dolar diziye, tê sûcdarkirin.