Li Sûdanê bi hezaran kes hatin pêşiya biryargeha leşkerî

Li Sûdanê ji bo ku dawî li desthilatdariya dîktator a Omer El Beşîr were anîn, bi hefteyan e bi hezaran kes daketibûn kolanan. Sê roj in gel li pêşiya biryargeha artêşê ya li Hartûmê li hev dicivin.

Li Sûdanê bi deh hezaran kes ji bo Omer El Beşîr biçe yê ku 30 sal in li ser desthilatdariyê gelek sûcên giran ên şer kiriye, bi rojan e di nav çalakiyan de ne. Sê roj in li pêşiya biryargeha leşkerî ya Hartûmê çalakiyên protestoyê tên lidarxistin.

Xwepêşander bi sloganên ‘azadî, aştî û edalet’ê bang li artêşê dikin ku bila piştgiriyê bidin van daxwazan.

Artêşa Sûdanê jî vê Yekşemê li dora biryargehê yekîneyên leşkerî bi cih kir. Li gelek kolanan jî barîkat hatin danîn û nahêlin ku çalakger ber bi biryargehê ve bimeşin.

Çalakiyên protestoyê di 19’ê Kanûnê de hatibû destpêkirin. Li dijî çalakgeran servîsa îstîxbaratêya NISS û polîs dikevin dewrê.

Ji meha Kanûnê ve bi dehan kes hatin qetilkirin. Li gorî rayedaran 32 kes mirin. Li gorî Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan HRW’ê jî 51 kes di çalakiyan de hatine qetilkirin.

Li Sûdanê ji ber ku bihayê nan di 19’ê Kanûnê de sê katan zêde bûbû, çalakiyên protestoyê hatibûn destpêkirin û ev protesto di demeke kurt de bûbû tevgereke li dijî rejîma Omer El Beşîr.

Di sala 2011’an de Sûdana Başûr ji ber referandûmê serxwebûna xwe ji dest dabû enflasyona wê bûbû 70 ji sedî.

Omer El Beşîr ê ku di sala 1989’an de bi derbeyê welat desteser kiribû, ji sala 2010’an û vir ve ji aliyê Dadgeha Cezayan a Navneteweyî bi sûcên qirkirinê û sûcên li dijî mirovayetiyê tê sûcdarkirin. Omer El Beşîr di sala 2015’an de bi 94,5 ji sedî hate hilbijartin. Di heman demê de sûcdariyeke din a li ser Beşîr jî ev e ku 9 milyar dolar bera bêrîka xwe daye.