Li Sûdanê balafir kete xwarê: 17 kes mirin
Li Sûdan a Başûr balafirek kete xwarê û 17 kes mirin.
Li Sûdan a Başûr balafirek kete xwarê û 17 kes mirin.
Li paytexta Sûdan a Başûr Jûbayê, balafireke ku 22 rêwî tê de bûn li nêzî bajarokê Yîrolê kete nava golekê. 17 ji rêwiyan jiyana xwe ji dest dan, 5 jî birîndar bûn.
Der barê sedema ketina balafirê de agahî bi dest neket. Bajarokê Yîrolê ku balafir lê kete xwarê, weke yek ji navendên şerê navxweyî yê wî welatî tê naskirin.