Li Sûdanê 37 kes hatin kuştin

Li Sûdanê hêzên dewletê êrîş birin ser greva giştî û protestyoyan û 37 kes kuştin.

Li Sûdanê piştî zêdebûna bihayê nan grevan dest pê kir. Pêşî xebatkarên nexweşxanê tevlî grevê bûn. Piştre jî xwendekar tevlî nav grevan bûn. Hêzên dewletê êrîş birin ser çalakgeran û bi kêmanî tê gotin 37 kes hatine kuştin.

Di çalakiyên protestoyê de, yên li paytext Hartûmê û bajarê Rûfayê li ser rêyan barîkat hatin danîn û lastîk hatin şewitandin. Di protestoyan de bi polîsan re şer derket û 8 kes hatin kuştin.
Rêxistina Efûyê ya Navnetewî jî diyarkir hêzên dewletê 37 çalakger kuştin.

Rêxistina Efûyê got ''Hêzên dewletê bi qesta kuştinê çavê xwe girtin û li girseyê reşandin''.

Tê gotin di nav kuştiyan de lîderê partiya muxalîf Sadik El Mehdî jî heye. El Mehdî ku ji hêla serokdewletê niha ve 1989'an hatî rûxandin, piştî ku li Sûdanê çalakiyan dest pê kiribû li welêt vegeriyabû.