Li Sûdanê 18 kes ji ber qezayekê jiyana xwe ji dest dan
Li Sûdanê di qezayeke balafirê de ya doh êvarê 18 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li Sûdanê di qezayeke balafirê de ya doh êvarê 18 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li herêma Darfûrê ya Sûdanê êvara Pêncşemê balafirek pênc deqe piştî ku bi hewa ket kete xwarê. Di qezayê de 18 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Artêşê bi daxuyaniyekê ragihand ku balafira bi navê Antonov 12 li balafirgeha El Geneîna ya li Darfûrê piştî ku bi hewa ket di nava 5 deqeyan de kete xwarê.
Di balafirê de 3 dadger, 4 zarok, 8 sivîl û tevî personelên balafirê 18 kesan jiyana xwe ji dest dan.