Li Stokholmê bi kamyonê êrîş: 3 mirî

Li paytexta Swêd Stockholê ajokarekî kamyonê wesayîta bi ser gel de ajot, piştî kû pê li welatiyan kir, keta navenda kirîn û firotinê ya Ahlensê.

Êrîşa kamyonê ya ku saet di derdorî 15:00’an de pêk hat, li ser rêya Drottnînîgatan a herî qelebalix a hatin û çûna peya ya li Stockholmê rû da. Li gorî gotinên şahidan polîsan ji wesayîtan gel hişyar dikirin ku wê êrîşekî terorî pêk were.

Li gorî nûçegihanê Radyoya dewletê ya Îsoveo, di êrîşê de herî kêm 3 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Polîsan li cihê bûyerê û derdora avahiya parlemetoy û hikûmetê ewlekariya zêde digirin.

Hemû deriyên ketin û derketina avahiyê hatin girtin.