Li Srî Lankayê herî kêm 200 kes mirin

Li Srî Lankayê di dema ayînên Paskalyayê de heşt êrîşên bi bombeyan hate kirin. Di êrîşan de herî kêm 200 kes mirin.

Êrîş li dijî dêran hate kirin. Di heman demê de li oteleke nêzî paytextê jî teqînek pêk hat. Li taxa Orûgodawattê ya Colomboyê jî êrîşeke xwekuj hate kirin û 3 polîs mirin. Polîsan diyar kirin ku kesên xwekuj herî kêm tevlî du êrîşan bûne.

Li gorî bîlançoya nû 207 kes mirine û bi sedan kes birîndar bûne.

Wezareta Parastinê jî heta demeke ne diyar qedexeya derketina derve ragihand. Wê rojên Duşem û Sêşemê jî dibistan girtî bin.

Hê kesî êrîş li xwe negirtiye. Ev êrîş bi awayekî koordîne hatiye kirin.

Hate diyarkirin ku li paytextê di malekê de 7 kesên gumanbar hatine destgîrkirin.