Li  Srî Lankayê êrîşa li ser sê otêl û sê dêran: 137 kes mirin

Li Srî Lankayê êrîş bombeyî birin ser sê otêl û sê dêran û bi kêmanî 137 kes hatin kuştin, bi sedan kes birîndar bûn.

Li gorî polîsan şeş teqîn li paytext Colombo li sê otêl û  dêrekê pêk hat. Du êrîş jî li nêzî Colombo li du dêran pêk hat. Êrîş dema ayina Paskalya çêbû.

Li gorî rayedarên Srî Lankayê bi kêmanî 137 kes hatin kuştin. Bi sedan kes birîndar bûn. Hê ti kesî êrîş neaniya ser xwe.

Welatê ku nifûsa wê 21 milyon e, ji Bûdîstan pêk tê. Eletexmînî nifûsa Katolîkan 1.2 milyon e. Bi rêjeyî 70 ji 100'î yê Srî Lankayê Bûdîst, 10 ji 100'î Misilman û 7 ji 100'î jî Katolîk in.

Li welêt Katolîk ji hêla hinan ve weke hêza lihevragir tê dîtin, ji ber ku hem li nav Tamîlan û hem li nav Sînhaliyên serwer ên Katolîk hene. Hin Katolîk ji ber destekê didin rapor û lêpirsînên li ser komkujiya li ser Tamîlan dibine sedema bertekan. Artêşa Srî Lankayê li dijî Tamîlan sala 2009'an komkujî kiribû, bi deh hezaran kes kuştibûn.