Li Spanyayê operasyona li dijî Îslamiyên tund ên çekdar
Beriya pîrozbahiyên sersalê tedbîrên ewlekariyê yên li Ewropayê zêde bûn. Hat ragihandin, li Spanyayê 2 gumanbarên êrîşê hatine girtin.
Beriya pîrozbahiyên sersalê tedbîrên ewlekariyê yên li Ewropayê zêde bûn. Hat ragihandin, li Spanyayê 2 gumanbarên êrîşê hatine girtin.
Hat gotin, di encama operasyona polîsê Spanyayê de li Madrîdê du kes tevî çekên xwe hatine girtin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Hundir a Spanyayê, her du kesên li navçeya Moratalazê di operasyonê de hatin girtin, bi wan re çeka kalaşnîkov, şarjor û fîşekên wê hebûn. Di daxuyaniyê de hate ragihandin, li dijî van her du welatiyên Spanyayê yên bi eslê xwe koçber, bi sûcdariya li ser medya civakî 'pesnê terorîzmê dane' û 'çeka şer bi wan re bû' doz hate vekirin.
Wezaretê diyar kir, hê nehatiye tespîtkirin ku yên hatine girtin plan dikirin li Spanyayê êrîşê bikin an na.
Li dijî êrîşên gengaz ên DAIŞ'ê û gelek çeteyên selefî yên tund, li welatên Ewropayê tedbîrên ewlekariyê hatin zêdekirin.