Li Spanyayê muçeyê kêmtirîn wê bi rêjeya 20 ji sedî zêde bibe

Li Spanyayê, Partiya Sosyalîst a desthilatdar û partiya çepa mûxalîf Podemos li hev kirin. Bi vê lihevkirinê re tê xwestin ku muçeyê kêmtirîn bi rêjeya 20 ji sedî bê zêdekirin.

Hikumeta kêmaniyan a Partiya Sosyalîst (PSOE) a Spanyayê, bi partiya mûxalîf a çep Podemos re li hev kir. Bi vê lihevkirinê re wê muçeyê kêmtirîn bi rêjeyeke cidî were zêdekirin.

Serokwezîr Pedro Sanchez û lîderê Podemosê Pablo Îglesîas roja Pêncşemê li hev kirin. Di çarçoveya vê lihevkirinê de muçeyê kêmtirîn wê ji 735 euro brut bibe 900 euro. Ev yek jî tê wê wateyê ku bi rêjeya 20 ji sedî wê zêde bibe.

Li Spanyayê tenê 3,5 ji sedî yê karkeran muçeyê kêmtirîn werdigirn. Ji bo zêdekirina muçeyê kêmtirîn, divê budçeyeke nû ya ji 340 milyon euroyî bê veqetandin.

Ji bo lihevkirina her du partiyan bikeve meriyetê, divê Kongreya Nûneran ku ji 350 endaman pêk tê, bi piranî destekê bide wan. Li kongreyê 85 endamên PSOE, 71 endamên Podemosê hene. Ji bo pejirandina lihevkirinê, tevî hin partiyên biçûk û mezin, pêwîstî bi desteka 17 parlamenterên partiyên Katalonyayê jî heye.